Top 10 similar words or synonyms for qasim

resûl    0.944035

welîd    0.941725

hisên    0.939843

ebas    0.939441

muhemed    0.937589

bekir    0.931808

omer    0.931518

serdar    0.929193

arif    0.928617

qedrî    0.925331

Top 30 analogous words or synonyms for qasim

Article Example
Leyla Qasim Piştî şehîdkirina wan, Selamê birayê wê jî li Bexdayê ji aliyê Beesiyan ve hat şehîdkirin. Guneha Selam tenê ew bû ko wêneyê Leylayê gehandibû destê xwendevanên Kurd ko li Ewrûpayê dixwînd û endamên YQK bûn.
Leyla Qasim Şehîd kirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sedem ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên Kurd. Gelê Kurd li hemî perçeyên Kurdistanê Leyla Qasim wekî qehremaneke neteweyî dibînin. Li sala 1974ê dema ku Leyla hat şehîdkirin, li seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hibijartin.
Leyla Qasim Piştî salên dûr û dirêj rêya Leyla Qasimê bi şêweyekê berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leylaya Qasimî ya serbilind û netirs û îro jî Zîlan, Binefş, Bêrîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Leyla Zana û bi hezaran şêrekeçên çeleng û qehreman li ser rêya Leylayê dimeşin.
Leyla Qasim Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremaniya Leylayê kiriye û li ser wê helbest û kilam nivîsî ne. Seyda Hêmin Mûkryanî, helbestvanê neteweyî yê çaxê komara Demokratîka Kurdistanê (bi soranî) li ser qehremaniya Leylayê wiha dibêje:
Leyla Qasim Seyda Şêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanên Ereb yên mîna Udunîs di helbestên xwe de behsa canfedayiya Leyla Qasim dikin. Tê gotin ku hinek helbestvanên Filistînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirine.