Top 10 similar words or synonyms for pariyên

pev    0.873477

fasûliya    0.866241

beryacî    0.864099

dolmik    0.860879

kuling    0.856511

dîk    0.852854

dewliser    0.850635

lûlên    0.850411

kuzelê    0.849770

deve    0.848391

Top 30 analogous words or synonyms for pariyên

Article Example
Jägerschnitzel Tîkegoşt di nava runê nivîşkî (yan margarîn) de tê biraştin. A dijwar sosa wê ye. Bo sosê, kixse, şeraba spî pewîst in. Hin kes bi sosa fringiyê jê tevlî dikin, bi kuvarka spî û reş a hûrkirî dikelînin. Hin kes jî pariyên goştê berazê dikin nava kremaya tûj (no), pîvaza hûrkirî, îsot û kuvarka zer tevlî dikin û dikelînin.
Bîftek Bîftek ti marketan de pakêtkirî jî tê firotin. Li Ewropa, Rûsya, Çîn û bakurê Amerîkayê bêhtir tê xwarin, lewra jiyana nûjen mirov mecbûrê fastfood û biraşteyan dike. Li Kurdistanê jî fastfood roj bi roj bipêşdikeve, pariyên kurdî cihê xwe ji bîftekên pakêtkirî yên marketan re dihêle.
Kartol Kartol li hin herêmên Kurdistanê pir û bi hêsanî çêdibe. Çandina kartolê weha ye: Kartola sax li gor çaviyên ku tê de hene, bi kêrê qet dikin. Divê di her qetekê de, çaviyek hebe da tê re zîl bide û hêşîn bibe. Di zeviyê de kortik vedidin û her kortikekê du-sê pariyên ku çavî di wan de heye dixinê û ax pê dadikin. Yan jî dema bi gîsn û halet cot dikin, yek li pişt yê ku cot dike, ew perçeyên kartola qetkitî dixe nava xeta cot. Bi xeta cot a duyem re, ax dikeve serê. Lê li hin deveran bi trektorê cot dikin, li ser kotanê (gîsn) wê, sindoqa tije kartol heye û libo libo bera nêv axê dide.
Retîkûlûma endoplazmî ya hilû Li gor dirf(teşe) û erkê wan ,du beşên retîkûlûma endoplazmiyê heye. Beşa ku rûxara wî bi rîbozom e, di bin mîkroskoba elektronî de girûzî dixuye, loma ev beş wekî Retîkûlûma endoplazmî ya girûzî tê bi nav kirin. Beşa retîkûlûma endoplazmî ya ku rûxarê wî bêrîbozom e û şayik e, wekî Retîkûlûma Endoplazmî ya hilû bi nav dibe. Cudahiya van her du pariyên RE ne tenê ji aliyê teşeyê ye, lê erkên van beşan ji ne wek hev in. Retîkuluma endoplazmî ya hilû(REH), lîpîd, fosfolîpîd, kolesterol û steroîdan çê dike. Her wisa metabolîzmaya karbohîdratan jî li vir dibe. xaneyên masûlkeyan jî xwediyê retîkuluma endoplazmî ya hilû ye, lê navê wî retîkuluma sarkoplazmî ye (RS). Retîkuluma sarkoplazmî îyonên Kalsîyûmê embar dike, dema Kalsîyûm ji RS ber bi plazmayê tê berdan, girjbûna masûlke dest pê dike. Xaneyên kezebê, ji bo ku ji xaneyê jehrê an jî derman û alkol dûr bixe, bi alîkariya REH karê detoksîfîkasyonê jî dike.
Parzûna xaneyê Du zanyarên Amerîkayî, Garth L. Nicolson û Seymour Jonathan Singer di sala 1972'yê de xebatên xwe yên li ser Parzûna xaneyê (parzûna plazmayê) di kovara science de weşandin. Li gor vê xebatê Şiklê parzûna xaneyê bi Modela Mozaîka Herikbar hate eşkere kirin. Li gor vî modelê, parzûn ji du qor fosfolîpîdan pêk tê. Di nav fosfolîpîdan da hîn cureyên proteînan heye li aliyê derve yê xaneyê jî molekulên karbohîdrad bi proteînan, an jî bi fosfolîpîdan girêdayî ye. Ango parzûn bi binyatî ji sê cure molekulan çê bû ye. Ji xeynî vana ,parzûna xaneyên ajalan molekula kolêsterolê jî li xwe digire. Ji ber ku molekulên gir û hûrik bi hev re di parzûnê de cih digrin, parzûn dişibe mozaîkê. Molekulên parzûnê her tim cihên xwe diguherînin lewma parzûn herikbar e. Qalindiya parzûn bi qasî 7-8 nm ye. Parzûna xaneyê, sîtoplazma û lebatokan dorpêç dike bi vî awayê hemû pariyên xaneyê bi hev re dimînin û belav nabin. Ku tiştekî dikeve hundirê xaneyê an ji xaneyê derdikeve divê ji parzûnê derbas bi be. Parzûna xaneyê nîvdelînbar e. Hin tişt ji parzûn derbas dibin lê ne her tişt. Bi kurtasî parzûna xaneyê bijêr e. Ji ber ku parzûn diherike, dilive û rê nade derbasbûna hemû tiştan, parzûn wekî tiştekî zîndewer tê hesibandin.