Top 10 similar words or synonyms for ezmûnê

mînaq    0.912643

diktatoriya    0.906813

taktîka    0.896651

hukûmetê    0.891929

parvebûna    0.891163

rewistê    0.887065

çalakiyeke    0.886894

hevdîtinên    0.886684

avadaniyê    0.886265

bidawîanîna    0.886084

Top 30 analogous words or synonyms for ezmûnê

Article Example
TOEFL TOEFL kurteya "Test Of English as a Foreign Language", ango Ezmûna Îngilîzî Weke Zimanê Biyanî ye, ezmûneke zimanê îngilîzî yê standard ê Amerîkayê ye. Asta zanîngehane ya beşên axaftin, fêmkirin û rêziman dipîve. Gelek xwendegeh û zanîngeh vê ezmûne ji bo serlêderan weke şertê sereke dipejirînin. Saziya ETS'ê ("Educational Testing Services", Servîsa Ezmûnkirina Perwerdekar) vê ezmûnê amade dike.
Korê Vê qiraltiya ku li sala 1392ê hate damezirandin der barê birêhveberiyê da pergalekî siyasî ya gelekî parsengdar bi kar anî. Dest bi helgirtina kesên ku li qedemeyên cûr bi cûr yên dewletê warin erkdar kirin, bi pergalekî ezmûnê ya diyarkirî kirin û hewl dan ku ji hêla geşedana civakî û ramanî civakekî ku xwa dispêre Konfusyusê biafirînin. Lê di dema vê bûyîngê da heman bal û pûte ji bazirganî û hilberanê ra neteyisîya.
Enzîm Bingeha reaksiyonên kîmyayî, an çêkirin an jî qetandina bendên navbera molekulan e. Wekî mînak laktoz dîsakkarîd e, ji boy hîdrolîza laktozê li gel benda navbera molekula avê, divê benda navbera glukoz û galaktozê jî bên qetandin. Laktoz bi serê xwe molekulek xweragir e. Molekulên xweragir tevî reaksiyonan nabin. Eger xweragiriya molekulê bên xerakirin, wê molekul bibe molekula xwenegir , tenê bi vê gavê reaksiyona kîmyayî dest pê dike. Wekî mînak;eger şekir(glukoz) di nav lûleya ezmûnê de bên şewitandin, ango bi oksîjenê têkeve reaksiyonê ,dawiya dawî li gel tînê, karbondîoksîd û av jî çê dibe. Ji ber tînê, germahî jî zêde dibe. Şekir bi tena serê xwe naşewite, divê li gel hebûna oksîjenê germahiya hawirdor jî bi qasê 150°C be, loma ji bo şewitandina şekir, divê pêşî lûleya ezmûnê bên germkirin. Dema germahiya şekir gihîşt 150°C yê şewitandina şekir jî dest pê dike. Ango ji boy şekir bikeve reaksiyonê, pêdivî bi enerjiya tînê heye. Şekir bi vî enerjiyê çalak dibe û dikeve reaksiyonê. Glukoz di nav xaneyên mirov de jî tê şewitandinê (hilmij) bi vî awayê ji enerjiya glukozê ATP tê çêkirin. Lê divê dema şewitandina glukozê germahiya xaneyê jî 37-39 °C yê zêdetir nebe. Na eger germahiya xaneyê zêdetir bibe, vê gavê xane dimire. Gelo molekulên şekir di germahiyekê wisa kêm de çawa çalak dibin û xwenegir dibin? Bê guman tenê bersîvek vê pirsê heye, ew jî bikaranîna enzîm e.
George Smoot Smût li Yukona wîlayeta Florîdayê hat dinyayê. Wî berî ko biçit Binkeyê Teknolociyê yê Masaçusêtê (MIT) matîmatîk xwînd. Wî li sala 1966ê li BTMê du bawernameyên bekaleryûsê, yek li matîmatîkê û ya dî jî li fîzîkê wergirtin. Wî li sala 1970ê doktora ya xwe li fîzîka pirtikan wergirt. Paşî wî heza xwe ber bi keyhanzanistî guhart û çû Ezmûngeha Niştîmanî ya Lorens Bêerklî û li wêderê digel Luis Walter Alvarezî li ser ezmûna HAPPEê ko balûneka çînsepehrî ji bo vedîtina dijemaddeyî li atomsepehra jorîn e xebitî. Di wê ezmûnê da wî modêla keyhanzanistî ya rewşa tebitî ko heta niha jî aloz û nezelal e pêşbînî kir. Paşî ew li tîrêjderî ya paşxaneyî ya hûrpêlane ya keyhanzanistî (TPK) meraqdar bû. Pirsyareka bêbersiva wî çaxî pirsayra nijara keyhanê bû. Yek ji modêlan pêşbînî ya hindê dikir ko keyhan di zivirînê da ye û dewseka vê di TPKê da hebû: germapileya tiştan li goreyê sû û simta lênihêrînê dihat guhartin. Bi arîkarî ya Alvarêzî, wî tîrêjpîvek afirand ko cidatiya germapileya TPKya du simtan ko 60 peyîskan ji hev dûr bûn dipîva. Amîr li ser frokeyeka Lockheed U-2 hat damezrandin û şiya biselmînit ko zivirîna giştî ya keyhanê sifr e (li goreyê sînorên diristî ya amîrî). Amîrî vedît ko germapile ya TPKê li goreyê ducemserekê (dipole) dihêt guhartin. Ev wekî bandora Dopplerî ya zivirîna erdî bi hevberdanî ya digel devera tîrêjdana TPKê, ko dibêjnê sethê herî dawîn yê şerpezekirinê, hat şirovekirin.