Top 10 similar words or synonyms for denature

timotim    0.912900

birçî    0.906953

bileztir    0.892456

berebere    0.889543

gêj    0.887109

gihîştî    0.885915

beden    0.884737

tije    0.879360

germa    0.871771

şarlo    0.871640

Top 30 analogous words or synonyms for denature

Article Example
Enzîm Wekî mînak, cureyek ji bakteriyên Arke bi navê bakteriyên termofîlî di nav ava germik a bi germahiya 40 – 120 °C de dijîn. Enzîm herî baş di germahiya optîmumê de bi çalak in. Eger germahiya dorhêla enzîmê ji pileya optîmumê kêmtir be, pêşî xebata enzîm kêm dibe û çalakiya reaksiyonê hedî dibe, paşê çalakiya enzîm bi tevayî radiweste. Piraniya enzîman di dorhêlên sar da neçalak in. Serma, enerjiya kînetîka molekulan kêm dike, loma molekulên enzîmê di sermayê de nalivin û bi subtratê ve nayên girêdan. Enzîm di sermayê de kar nakin lê, xera jî nabin. Eger germahiya dorhêlê zêde bibe, enzîm dîsa çalak dibin. Ji ber vî taybetmendiya enzîman, xwarin û vexwarin dema zivistanê an jî di cihê sar de zû bi zû genî nabin. Hemû enzîm ji proteîn pêk tên.Şiklê proteînên enzîman, proteînên bi teşeya sêyemî ne. Zincîrên dirêj ên polîpetîdê li gel bendên peptîdî, bi bendên dîsulfîdî, bendên hîdrojenî û bi bendên îyonî bi hev re girêdayîne. Bi gelemperî guherîna pH an jî zêdekirina germahiya dorhêlê, ji derdora proteînê dûrkirina avê an jî lê zêdekirina metalên îyonî teşeya proteînê diguherîne. Proteînên enzîmên mirovan di pileya bilintir ji ya germahiya optîmumê de hin bendên navbera zincîra xwe winda dikin, bi vî awayê şiklê proteînê diguhere. Ev guhertina teşeya proteînê wekî denaturasyon bi nav dibe.Gava proteîna enzîmê denature dibe, şiklê ruxara enzîmê jî diguhere, enzîm substratê nas nake, bi substratê ve nayê girêdan, loma enzîm reaksiyonê çalak nake. Ji xeynî bakteriyên Arke yên termofîlî, enzîmên zîndeweran bi gelemperî di pileya 50-60 °C yê de denature dibin. Enzîmên carek denature bûyî germahiya dorhêlê bizivire germahiya optîmumê jî êdî çalak nabin. Ango enzîm di germahiya bilind de bi temamî xira dibe.
Enzîm Hin molekul wekî molekulên eyarker(regulator) tên bi nav kirin. Molekulên leza çalakiya enzîmê zêde dikin, wekî aktîvator(çalakker) ,ên leza çalakiya enzîmê kêm dikin jî wekî înhîbîtor(nehêldar) tên bi nav kirin. Leza çalakiya reaksiyonên enzîmî bi çalakiya înhîbîtor û aktîvatoran tên eyar kirin. Guherîna germahiyê û pHê jî wekî înhîbîtor bandor li ser enzîman dike, lê ev guherîna hawirdor ji boy gelemperîya enzîman heman bandorê dike û ji boy cureyek enzîm taybet nîn e. Bi zêdebûna germahiyê an jî pHê ya reaksiyonê, pêşî çalakiya enzîm kêm dibe, paşê enzîm denature dibe loma reaksiyon bê enzîm dimîne.
Enzîm pH yekeya pîvanê ye. Di nav gîrawe yê de mêjera îyonên Hîdrojenê bi pH ê tê pîvandin. Wateya pH bi Îngîlîzî ‘power of Hydrogen’ e, ango pH di nav gîraweyê de tîriya iyonên hîdrojenê dîyar dike. Xanxanika(cetwel) pH ji hejmarên 0-14 pêk te. Li gor vî xanxanikê hejmarên 0-6 asîdiya gîraweyê,hejmarên 8-14 jî alkaliya gîraweyê diyar dike. Gîraweyên bi pH 7 wekî gîraweyên nêtar(bêbar) bi nav dibin. Gîraweya bi pH 2 li gor a pH 5 ê hê zêdetir îyonên hîdrojenê li xwe digire, loma gîraweya pH 5 nîşana asîda qels(lewaz), pH 2 nîşana asîda hêzdar e. Eger pH a dorhêla enzîmê bên guhertin, dibe ku şiklê rûxara enzîmê jî biguhere. Îyonên hîdrojenê (H+) û yên hîdroksîlê(OH-) bi asîdên amînî re dikevin nav reaksiyonê û an bi koma amîn an jî bi koma karboksîlê ya asîda amînî ve bendên kîmyayî ava dikin. Hin caran jî îyonên hîdrojenê an jî yên hîdroksîle bi bendên iyonî yên enzîmê ve dikevin nav reaksiyonê. Ev rewş dibe sedema guherîna şiklê enzîmê. Her enzîm di gîraweya bi pH a taybet de çalak e. Guherîna pH a hawîrdor, dibe sedema denaturasyona enzîmê. Enzîmên denaturebûyî dibe ku bizîvire şiklê xwe yên çalak, lê divê pêşî pH a havîrdor ji boy enzîmê bibe optimum. Amîlaz, pepsîn û trîpsîn enzîmên dehandinê (herisandinê) ne. Adanên(xurekên) karbohîdradî bi navbeynkariya amîlazê tê dehandinê. Amîlaz di nav tûka mirov de heye. pH a tûka mirov li derdora 6,5 - 7,5 e. Devê mirov ji boy amîlazê dorhêla bi pH a optîmum e, loma amîlaz çalak e û nîşa yê di devê mirov de didehine nav molekulên hûrtir. pH a aşika (mîde) mîrov 1-2 ye. Amîlaz di vê pH de denature dibe, loma dehandina nîşa di aşikê de radiweste, ta ku adan biçe nav rûviya zirav. Pepsîn enzîma dehandinê ya proteînê ye. Ji boy pepsînê pH a herî baş 1-3 ye, loma proteîn di nav aşikê de bi navbeynkariya pepsînê,bi peşkî(qismî) tê dehandinê. Berevajkî asîdiya hêzdar a aşikê, rûviya mirov alkalî ye. pH a rûvî 7-8 e. Ji ber ku pH a rûvî ji boy pepsînê neoptîmum e, di nav rûvî de amîlaz û trîpsîn çalak in. Pepsîn di rûviyên mirov de neçalak e.